Perxudres Podcast
Perxudres Podcast
Perxudres Medya
Kurdish - Kurmanji podcast on art, culture and literature. Patreon: https://www.patreon.com/14075748/join Contact: [email protected]
#496. Serokomarîya Tirkîyê Wefaya Ehmedê Xanî Dide Abdullah Keskin
Serokomarîya Tirkîyê ragihand ku di Xelatên Mezin yên Kultûr û Sanatê yên 2026an da Xelata Wefayê dide Ehmedê Xanî. Vê xelata wefayê, li ser xatiraya Ehmedê Xanî dikê xwedîyê Weşanxaneya Avesta Abdullah Keskin bistîne. Şair û mitesewifê mezin Ehmedê Xanî ji eserên xwe ya pir bi Mem û Zînê tê naskirin. Ehmedê Xanê ew eser talîya sedsala 17an ra nivîsîye. Derdorên entelektuel, Ehmedê Xanî bi gotinên di vê eserê da wî rêberê miletperwerîya Kurdan dihesibînin. Bifikir ji ‘Ereb heta ve Gurcan  Kurmancî ye bûye şubhê burcan  Ev Rûm û ‘Ecem bi wan hesar in  Kurmancî hemî li çar kenar in Ehmedê Xanê di MemûZînê da bi van gotinan dibêje Kurmanc di orta Osmanli û Îranê da ji hev parçe bûne, perîşan ketine. Tevî ku bi Kurmancan ra hîmet, xîret, celadet heye jî dibêje Ehmedê Xanî dibêje jiber ku ew ji xwendinê, ji kitaban dûr in ji vê rewşa xerab dernakevin. Enwa‘ê milel xudankitêb in  Kurmanci tenê di bê hisêb inSer sebeba nivîsîna Mem û Zînê, Ehmedê Xanî dibêje, da xelqi nebêjitin ku Ekrad, bê merîfet in, bi esl û bunyad.Weşanxaneya Avesta ji talîya 1995an vir va, da Kurd xudankitêb bin û da xelqi nebêjitin ku Kurd bê merîfet in, bi esl û bunyad, bêtir bi Kurdî û Tirkî, lê bi Îngilizî û Fransî jî kitaban derdixe. Jiber şertên Tirkîyê heta niha ser bi dehan kitabên Weşanxaneya Avesta doz hatine vekirin, hinekên wan hatine yasaxkirin, hinekan ceza xwarine. Tevî hemî zordarîyan jî Weşanxaneya Avesta li ber xwe daye û heta vê Xelata Wefayê ya Serokomarîyê Tirkîyê ya bo Ehmedê Xanî maye. Hêjayî bîrxistinê ye, AAPê, Yekîtîya Weşangerên Amerîkayê jî, Xelata Azadîya Weşangerîyê ya Navneteweyî ya 2026an dabû Weşanxaneya AvestaAAPê sala 2005an jî ew xelat dabû Weşanxaneya Avesta ku di tarîxa AAPê da cara pêşî weşanxaneyek du caran vê xelatê distîne. 
Nov 1
3 min
#495. Hinekî ADHD | Amadekar: Îrem Zinar
Berîya ku tu fikirekê xilas bikî fikirekê din destpê dike... Gava tu tiştekî difikirî tiştekî din tê bîra te, paşê ew tiştê ku hat bîra te tiştekî din jî bi xwe ra tîne. Û di cîhekî da tu ferq dikî tiştê ku tu di serî da difikirî êdî nayê bîra te... Yek ji tesîrên ADHDê yên mirov zû ferq dike jî ev e. ADHD yanê kêmasîya dîqetê û hîperaktîvîte, norolojîk e. Her kes wê mîna nexweşî zane lê ev nexweşî nine. Tenê kesên ku ADHD’ya wan heye mêjîyên wan ji kesên din hinekî cûdatir dixebite. Di eynî waxtê da pirr tişt tê bîra wan û şaş dibin, nizanin kîjanê bikin. Li min jî bi pirranî werr dibe. Ji boy karekî rûdinim û bîra dikim ez ji boy çi rûniştim. Werr li cîhê xwe dimînim dibêjim ‘Yaw ez ji boy çi hatibûm vira?’ Mesela çend seet berê min fîlmek vekiribû. Çend deqîqe jê derbas bûn min dît di destê min de qelem heye resmekê boyax dikim. Min got ‘Ka fîlm li ku ma, ev qelem ji ku ket destê min?..’ Çi waxtê fîlman sêyr dikim tiştên werr tên serê min paşê jî dibêjim ez ji fîlman tiştekî fahm nakim.Di ADHDê da, zîhnê te ew qas bilez dixebite ku car caran tu bixwe jî li paş fikirên xwe dimînî. Qey mêjîyê te ber bi cîhekî baz dide û te hîn solên xwe li nigên xwe nekiriye.Tiştên ku tên bîra me ne di destê me da ne. Carna dengek, dîmenek, bîranînek yan jî detayeka biçûk me dibe ser fikirekê ku em qet ne li benda wê ne. Zîhnê me her tim tiştan bi hev girêdide. Lê ya muhîm ne tenê fikirîn e; mesele ew e ku em dixwazin bala xwe bidin ser kîjan fikira xwe û wê çerr bidomînin. Car caran qet nikarim bala xwe bidim ser tiştekî. Carna jî berevajî wê dibe. Tiştê ku di normal da zêde li ser nasekinim gava bala min bikşîne dikare min bi seetan bi xwe ve girêde. Qey diherim dinyayekî din, heya dikarim tiştên ku li derdora min diqewimin jî bîra bikim. Li ser kitaban bêjim, ez carekê de yan dikarim tenê du sê rûpel kitab bixwînim yan jî bênefes nîvê kitabê xilas dikim. Lê her kesên ku ADHD'ya wan heye vê yekê bi eynî awayî tecrube nakin. Hin kes dikarin xwe zêdetir kontrol bikin. Hevalekê min heye, pirr ji xwendina kitaban hez dike û meseleya kitabê çi bibe jî dikare bi çar çavan heya dawîyê bixwîne. Ez matmayî dimînim, çunku ez kitabê pirr hez bikim jî jiber ADHDyê carna nikarim wê kitabê xilas bikim. Dibêjin mirovek çerr hem nikare bala xwe xurttir bike û hem jî dikare serê xwe bike nav tiştekî û çend seetan jê raneke? ADHD tam jî ev e!Lê li gor min alîyekî vê meseleyê heye ku pir qala wî nakin: Mirov nikaribe bigihîje zîhne xwe, hêdî hêdî dostanî û danûstandina wî bi xwe re xira dibe.Waxtekê şûn da tu ne tenê ji ber fikirên xwe diwestî. Tu êdî ji xwe diqehirî. Û alîyê ku tu herî zêde jê diwestî ev e: Tu dizanî di nav zîhnê te de çi diqewime lê nikarî kesek din re bêjî çunku nayê fahmkirin. Mirov gava ji derva mêze dikin tenê tiştên ku nîvçe mane dibînin. Lê nabînin ku heta tu hatî vê xelekê di zîhnê xwe de bi çend tiştan ra mijûl dibî.Dibe ku em bixwazin zîhnê me bisekine lê ev çare nine çunku zîhnê me ne makine ye. Em nikarin her fikirê bidin sekinandin û nikarin her roj bi eynî motîvasyonê bixebitin.Tib û doxtor li ser vê dibêjin: Mesele ne tenê kêmasîya motîvasyonê ye, xurtkirina dîqetê lazim e, û gerek tu zemanê xwe kontrol bikî û hinekî li ber xwe bidî. Ji bo vê terapî û dermanan tawsîye dikin. Lê ev derman ADHDyê xilas nakin, çinku ev nexweşî nine. Ev derman tenê hinekî kêrî rihetkirina zîhnê mirov tên. Ewên ku ADHD’ya  wan heye lazim e ku bi zîhnê xwe ra şer nekin û wî baştir fahm bikin. Nivîsîn, sivikkirina karan û derdoreka aram, ev hemû alîkarîya mirov dikin ku bala mirov belav nebe. Ez bixwe fêdeyên van di jiyana xwe de dibînim.Heger mirov nikaribe bigihîje zîhnê xwe ev mehneya wê ne ew e ku ew xirab an jî kêm e. Tenê lazim e fahm bike ku ev mesele çima diqewime û gerek li gor wî çareyekê bibîne.Ne lazim e ku tu bilezînî, lazim e tu fahm bikî ku tu çima xwe mecbûrî lezûbezê hîs.. Erê min ê hîn li ser qise bikira lê ji bîra min çû, dîsa..
Oct 31
4 min
#494. Şeva Pîrebokan: Kurdish Halloween Night 2026 | Amadekar: Kevok Memedyan
Chalak Events a li Stenbolê bi karên xwe yên enteresan deng daye, li ser stîla van karan şeveka pîrebokan organîze kir. Ew şeva li dinê wek Halloween tê zanîn her sal talîya meha 10an tê pîrozkirin û konsepta wê bo ken û kêfê kinc û kostumên bi tirs û xof in. Kevok Memedyan bo guhdarên Perxudres Perxudrestê fîstaneka reş lê, li piştê kembera zêrîn û pelerîn, li serê wê kumê cazûyan li çalakîya Chalak Eventsê hazir bû û ji gênc û ciwanan fikrên wan ên ser Şeva Pîrebokan pirsî. EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz!🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠
Oct 29
4 min
#493. Xweşî Kozmetîk | Amadekar: Mihemed Baqî
Silav, dem baş. Ez Mihemed Baqî, 28 salî me, xelkê Wanê me. Ji 12 salîya xwe heya niha li xerîbî û xurbetîyê di înşaetan da dixebitîm. Çend salan li metropolên Tirkîyê mam, çend salan li Ewrupayê, lê min ew ti wextî ji xwe ra wek warek nedidît. Li wan bajarên xerîbî û xurbetîyê tim xeyala min bû, min digot ez ji xwe ra li Wanê dikanekê vekim û navê wê jî bikim navekî bi Kurdî. Piştî salên dirêj ez vegerîyam welêt. Di serî da jiber sebebên ekonomîk min nekarî ez karekî bi dilê xwe bikim. Hemd ji Xwedê ra, îsal ew derfet çêbû. Min li Qelqelîya Wanê dikaneka kozmetîkê vekir û navê wê jî kir Xweşî Kozmetîk. Berî ez vê dikanê vekim ez li Entabê bûm, li Islahîyê dixebitîm. Di nav kar û xebatan da her tim difikîrîm, çi bikim, çi bikim û min ji hevalên xwe jî dipirsî. Hevalekî got ''Dikaneka kozmetîkê veke, got ''taleb gelek e, mişterî pir in, lê dikan kêm in.''Fikireka xweş bû, bi wê xweşî û dilgermîyê min got ez navê dikanê jî bikim ''Xweşî Kozmetîk''. ''Xweşî'' him bi Kurdî bû, him jî têda X, W û Î hebûn. Min serê payîza 2026an dikana xwe ya kozmetîkê vekir. Hevalên ji derûdora min, hemû şok bûn. Digotin ''simbêlê te û kozmetîk..'' Ez bi sekna xwe ya radîkal û hinekî jî bi serhişkbûna xwe têm naskirin li derûdora xwe. Kozmetîk karekî nazik bû wek ku, ez jî hişk û sert. Lê me hêdî hêdî destpê kir li Xweşî Kozmetîkê.Hevalekî min ê karên înşeetan piştî Xweşî Kozmetîkê got ''Jixwe karê te neguherîye, te berê satilên mezin yên boyaxê dibir û dianî, niha jî boyaxên biçûk dibî û tînî..'' Çi gotineka xaş! Devoka Qelqelîya Wanê devoka Serhedê ye. Ji ‘’xweşî’’yê ra dibêjin ‘’xaşî’’ Ji Instagramê li ber tabeleya dikanê pir ji min dipirsin, ’’Xeweşî çi ye?’’ Gelekan nedikarî bixwînin, digotin ‘’xeweşî’’ an jî ‘’xaşî’’, gelek kes jî dihatin digotin ‘’dikana te gelek xaş çêbûye, lê ‘’xeweşî’’ çi ye.''Ez bi van xwendinan gelek dikenim, yên dipirsîn jî bi min ra dikenin, piştî ku dielimin ''xeweşî'', ''xaşî'' û ''xweşî'' wek hev in.Cîhê dikana min, cîhê Xweşî Kozmetîkê, li milekî wê eskerên Tirk hene, li milekî wê polîsên Tirk. Dost û hevalên min her tim dibêjin ‘’Yaw tu bi salan ji wan direvîyayî, te aniha jî li pêşîya wan dikan vekiriye..’’ Ez jî dikenim û dibêjim, ‘’Kozmetîkê cesaretek da min û simbêlên min. Jiber sloganên bi Kurdî wextekê me rûyê xwe digirt da em nekevin kamerayan û neyên girtin lê ez niha li pêş çavên wan, li ber kamerayên wan disekinim. Hinek tişt guherîn.’’ Rojekê bavê min hat dikanê. Tabelaya Xweşî Kozmetîkê nîşanî hevalekî min î li dikanê da, got dibe ku ‘’Esker û polîsên li vir seba tabelaya Kurmancî neyêne vir, neyên tiştan nekirin?’’ Hevalê min jî kenîya û got ‘’Xeman newe Apo, jixwe ewan nizanin bi Kurmancî ye, teqez dibêjin bi Îngilîzî ye..’’ Bi rastî jî wisa ye, Tirk tên maneya dikanê dipirsin, dibêjin ‘’Ev nav navekî çawa ye?’’, ‘’Ez jî dibêjim navekî güzel e güzel, pir güzel..’’Mihemed BaqîEN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz!🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠
Oct 28
6 min
#492. Mektûba Guhdar Bî Rabbit: Payîza Pencereyekê
✉️🎧Şeveka payîzê ye, saet 10, li kolanên welatekî xerîb digerim ji xwe ra. Li ser dersê bûm, dixebitîm, min xweste bêhnekê bidim. Lê çi bêhn! Yek di behrekê da berî tam bixeniqe, belkî cara dawî serê xwe derbixe ser avê û bêhneka dawî bistîne; bêhneka dawî, di nav fikir û raman û qisawet û kesayeta xwe da, bêhneka dawî..Hewa germ e angorê vê mehê, lê ez dîsa jî nexweş im. Bi gavên nexweş berve petrolê diçim ku qehwekê bistînim. Rê wan tîne bîra min, lanet be. Bi vê lanetê gotineka Mehmûd Dervîş tê bîra min îcar û ez jî mîna wî dibêjim ‘’Ka çawa ba û bahozê mala min xirab kir sûcdar bikim, min pencere vekir.’’ Qebûl dikim, min pencere vekir, qebûl dikim û dewam dikim. Dixwazim li tiştekî guhdar bikim, lê bê gotin, tenê muzîk. Li ser YouTubeê, li ser Spotifyê, Kurdish Instrumental Music dinivîsim, nizanim çima bi Îngilîzî dinivîsim. Qeydek heye, ji saetekê dirêjtir e. Meraq dikim, wê vedikim. Piştî çend sanîyeyan meraqa min diçe, ji straneka Mem Ararat e enstrumantal. Naxwazim muzîk gotinekê bîne bîra min. Li enstrumantalên din dinêrim û têm digihînim shopa petrolê. Dikevim hindur, qehwekê çêdikim û derbazî ber qesayê dibim ku perê wê bidim. Qasedar li min dinêre, çavên xwe vedigerîne, dîsa li min dinêre û dipirse: ‘’Ew formaya li te a kîjan tîmê ye, kîjan lîg e?’’‘’Amedspor e dibêjim, lîga Tirkîyê..’’ Bi meraqa wî sohbeta me ya bo wî kin, bo min kûr destpê dike. Cemalê navê li ser Jamal, dibêje ''Ez Kurdê Helebê me, dibêje ''ez her hefte çar rojan li vê petrolê dixebitim.''Di destê min da qehwe ji shopa petrolê derdikevim. Cemalê ji Helebê, kitaba Selahaddin Demirtaş tîne bîra min, Jamal.Muzîka xwe vedikim, ji Metin Kodzoko - Maghiri. Her tiştî ji bîr dikim, her tişt tê bîra min. Çima ji malê derketim, çi ez aciz kiribûm. Dibêjim hewesa min nemaye li vê heyatê, li ser dersê bûm û min nedixwest êdî li pey lîsansa xwe ked bidim.Ber bi malê, rastî pişîkêkî reş î binsingê wî sipî têm. Li van deran pişîk zêde nînin, hebkî li dû wî pişîkî diçim û fehm dikim ku min rêya xwe şaş kiriye. Pişîk nîne, ez jî nînim.Ji rêya şaş vedigerim malê. Di xewna xwe da yekî dikujim. Yekî dikujim û şîyar dibim. Şeveka payîzê ye, saet 10, li kolanên welatekî xerîb digerim ji xwe ra.Guhdar Bî RabbitFotografa li qapaxê: Guhdar Bî RabbitEN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz!🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠
Oct 27
3 min
#491. Xwendekarên Sirbistanê:Mamosteyên Sîyasetê
🎧📢Xwendekarên Sirbistanê bi serketineka sîyasî bala dinê alemê kişandin ser xwe. Serketina xwendekaran li vê demê, li payîza 2026an rast tê ku gêncên jenerasyona Zyê li seranserê Ewrupa rabûne, jiber sîstemên xirab protestoyan dikin. Li Sirbistanê jî hereketa xwendekaran ji 2024an vir va bi slogan û protestoyan li meydanan bû. Qasima 2024an li Novi Sada li bakurê Sirbistanê kanopîyeka îstasyoneka trênê hilweşîyabû û 16 kes di bin da mabûn, miribûn. Ser van mirinan, xwendekarên Sirbistanê gotibûn hikûmet karê xwe pak nake û dest bi protestoyan kiribûn. Xwendekaran li lîse û unîversîteyan ders sekinandin, rê girtin û bi meş û bi bisîklêtan bi rê ketin, çûn gund û taşrayên Sirbistanê ji milet ra behsa rewşa welêt kirin. Di du salan da, bi rêberîya van xwendekaran protestoyên herî mezin yên tarîxa Sirbistanê çêbûn. Bi mezinbûna protestoyan ra serokê welêt Alexander Vucic mecbûr ma, bêli kir, roja hilbijartina pêşwext da: 25ê meha 10an, 2026.Xwendekar jibo hilbijartinê li hember otorîteya Alexandar Vucicê li welêt 14 sal in serok bû bê rêber bê lîder li dora Lîsta Xwendekaran kom bûn. Lîsta Xwendekaran ne li gor dûzena klasîk e, piranîya wan akademîsyen in, artîst in, cotkar û karker in, aktîvîst in û pirekên wan nû ketine sîyasetê. Û ew sîyasetvanên nû ne li ser xeteka homojen in: Hinek nêzîkî Ewrupa ne, hinek nêzîkî Rûsya, hinek li hêla çepê ne, hinek li hêla rastê, hinek lîberal in, hinek muhafazakar, lê tev dibêjin ew li hember bertîl, talan, derew û dolabên hikûmetê disekinin.Slogana Lîsta Xwendekaran ‘’Sirbistan yan Mafya?’’ bû û 25ê meha 10an bi vê pirsê di hilbijartinan da derb li otorîteya Alexandar Vucic ket, muxalefetê ew xist xwarê. Sîyasetvanên Lîsta Xwendekaran dibêjin di dewra Alexandear Vucic da medya nemaye, edalaet nemaye, lîyaqat nemaye û ew dixwazin dewleteka bi heq û hiqûq jinûve çêkin. Li gor pispor û profesorên sîyasetê xwendekarên Sirbistanê di du salan da, di demeka pir kin da karekî şahane kirine û ew ne şagirt in, oste ne, mamoste. Fotograf: Emilija Kosić - Instagram
Oct 26
3 min
#490. Hêrsa Me Ciwanan Sebebeka Wê Heye | Amadekar: Arya Abbas
🎧📢I'm Arya, an undergraduate Pharmacology student going into my final year of university in the UK. I'm from Qamişlo and have spent a part of my childhood in Hewler and Slemani as well. I've been in the UK for around 8 years now. From high school to university, I've been through the education system in England.Lately, there are protests across Europe with countries including France, Albania and Spain. Though the reason as to how these protests started varies from country to country, the underlying issues are similar, and the majority of the people protesting are young people. The cost of living is rising, and young people are concerned about the education system and their post-university careers including employment. The general perception of life in Europe is that everything is available here, money is abundant, and opportunities for education and work are always at hand. Unfortunately, this overly positive view of Europe is not always true, and these protests point out that there are also problems, issues, and shortcomings in European countries as well.The economic situation across Europe is not great. Every country has its own slightly different problems, but my question is, "Why have we reached a point as disastrous where people feel like they should go out and protest?" Would there have been so much protest and anger if the rights and needs of the people, and especially of the youth, had been met?I'm in the UK and there are no protests here yet, but the situation here is no better than in those countries. The economic situation here is also getting difficult, things are getting more expensive and there are no compensation measures.I would also say, from a student's perspective, that there are also difficulties with education. In the university system here, we can get a loan for the tuition and maintenance fees. Then, when we start working, we pay a little bit of that loan every year, according to our salary, and every year in which we don't pay, it increases, and the interest rate is increasing.Even with this system, many young people who have just graduated from university spend at least a year looking for work, that's if they find. The rate of unemployment among the youth is on the rise.There are other challenges, such as the high cost of rent and buying a house. Recently, there has been talk about how they can make it potentially easier for young people to buy a house and enter the property ladder.There are talks that maybe young people will be able to start buying houses with just a 2.5% deposit. The decision has not been made yet, but there are talks.The question of why there are more protests in certain countries and none in some is, in my opinion, a question that cannot be answered easily. Many factors play a role.The wave of protests has been widespread across social media platforms. There is media that documents the situation and the media is portraying that is portraying Generation Z as being more rebellious. I personally don't believe that our generation is rebellious in a bad way, there is a reason for the anger of our youth.I wanted to ease my mind and also chatted with some friends whom are from Brazil and Indonesia. There are fears and protests in those countries too, people are angry at the government...As a Gen Z, my friends and I share the same thoughts. If the system met the needs of young people, not only would there not be protests, but the society as a whole would progress and thrive. Three quarters of the people at these protests are young, because the decisions made will affect our future.(...)Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast*Jiber ku hejmara karakteran cîhê Spotiyf dide derbaz dike em parçeka kin ya Îngilizîya xeleka Arya Abbas nikarin bidin. Fotografa li qapaxê: Leonardo Vph
Oct 25
4 min
#489. Barselona, Real Madrid û Amedspor
⚽️🎧Di futbolê da tarîxa reqabeta Barselona û Real Madridê li ser 100 salî xistiye. Belge raber dikin ku Barselona û Real Madrid cara pêşî sala 1902yan hatine hember hev û di vê maçê da Real Madridê 1, Barselonayê jî 3 gol avêtine. Her du taqim di La Liga ya Îspanya da cara pêşî 1929an li hember hev lîstine û vê carê jî skor 2-1, Real Madridê maç sitandiye. La Lîga wê sala 1929an destpê kiriye û reqabeta her du taqiman di vê lîgê da sal bi sal mezintir bûye. Ser maça Barselona û Real Madridê, ''El Clasico'' tê gotin ku ew gotina mehneya wê ya dûz ‘’klasîk’’ e salên 1960î ji medyayê ketiye ser zar û zimanê sewdaliyên futbolê. Di van salên dawî da reqabeta her du taqiman, di ser du starên futbolê ra hate xanê: Cristiano Ronaldo û Lionel Messi. Lê mesele ne tenê futbol û starên wê ne. Madrid û Barselona li Îspanya du bajarên mezin in û di vê reqabetê da parçek sîyaset jî heye. Barselonoya sala 1899an dest bi futbolê kiriye, bûye sembola azadîya Katalanan û Real Madrida sala 1902yan ketiye rêka futbolê jî bûye nîşana nasyonalîzma Îspanyolan. Hinek terefdarên Amedsporê ser taqima xwe dibêjin Barselonoya Kurdan; stîl, stran, sloganên wê dişibînin taqima Katalanan. Di maçan da terefdarên Katalan li hember Îspanyolan dibêjin ''Katalonya ne Îspanya ye!'', terefdarên Kurd jî li hember Tirkan dibêjin, ho ho ho kî ne em.. Fotografa li qapaxê: Serdar Tarim - Amed6Pas
Oct 24
2 min
#488. Bismillah Her Der Tarî Ye
📢👦🧒🧒🏽Gêncên Fransayê, gêncên payîza 2026an jiber şertên xirab yên xwendinê û bihabûna heyatê rabûn, di protestoyan da li dora sloganeka enteresan kom bûn: "Bismillah, c’est les ténèbres”Tercûmeya vê gotinê ‘’Bismillah, tarî ye’’ yan ‘’Bismillah, tarî daket’’ e û dûz, dîrekt, rasterast mehneyekê nade, lê jibo gêncên Fransayê mehneya wê pir e û kûr e. Bismillah bi Erebî ‘’Bi navê Xwedê’’ ye, Misilman berî dest bi karê xwe bikin vê gotinê dibêjin. Gotin ketiye argoya Fransizan, mehneya wê di zimanê ziqaqê da bûye îfadeyeka nola ‘’De were em destpê bikin..’’ ''C’est les ténèbres'', va gotina bi Fransizî jî qeswetê, rewşeka reş raber dike, û mehneya wê ''tarî ye'', ''tarî daket'' e. Li gor gotina gêncên rabûne protestoyan, polîsên xwestine li ser Snapchatê bikevin nêv komên protesteran, xwestine xwe nola wan bikin û bi vê gotinê, bi ‘’Bismillah, c’est les tênebres’’ silav li wan dane, lê wan ji vê gotinê di cîh de fehm kiriye ku polîs rengekî çerx dikin. Gênc dibêjin polîsan tevî profîlên navên wan Mamedou û Abdellah û beyraqên Cezayîrê li ser qaşo xwestine xwe nola wan bikin, lê dibêjin jiber ku ew ziqaqê, zimanê ziqaqê nizanin, bi gotineka ti mehneyê nade, bi ’’Bismillah, c’est les tenebres’’ê ketine rewşeka komîk. Rêvebir û berpirsên Fransayê ser ‘’Bismillah, c’est les tenebres’’ heta niha tiştek negotine. Lê gotin êdî bûye slogan di protestoyan da û li ser pankartên karton bi zimanekî mîzahî tê nivîsîn. Bi van pankartan gênc dibêjin ew dixwazin raber bikin ku polîs û dewlet zimanê gêncan nizanin û ew dizanin ku ew dixwazin wan bi profîlên sexte manîpule bikin. Aktîvîst Greta Thunberg jî gava desteka xwe ya bo gêncan ragihand, got ‘’Bismillah, c’est les tenebres..’’ Ew gotin di protestoyên li Îtalya, Almanya û Belçîka jî tê xanê. Li Fransayê sîyaseta radîkal rast ser protestoyan, Misilmanan, kesên kokên wan Ereb û Afrîqî sûcdar dike.  Bi ‘’Bismillah, c’est les tenebres..’’ minaqeşeyên vê meselê gur bûne. Fotograf: Eren Araman - Instagram
Oct 22
3 min
#487. Hidûd: Enqere-Diyarbekir-Erîvan
⛔️🎧Ermenistanê serxwebûna dewleta xwe sala 1991ê ragihand. Tirkîye ji wan dewletên pêşî bû ku serxwebûna Ermenistanê hema qebûl kir, nas kir. Sala 1993yan piştî Ermenistan ket Qarabaxê, Tirkîyê hidûdê xwe yê bi vê dewletê ra girt. Bi vê girtinê ra di mabêna Enqere û Yêrêvanê da danûstandinên dîplomatîk û ticareta rasterast sekinîn. Nîsana 2005an Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ji Serokomarê Ermenistanê Robert Koçeryan ra mektûbek şand. Mektûb bo normalkirina danûstandinên Tirkîye û Ermenistanê gavek bû. Di mektûbê da Recep Tayyîp Erdogan ji Robert Koçeryan ra gotibû ew dikarin ser meseleyên sala 1915an komîsyonekê çêkin. Dûra sala 2008an di mabêna Tirkîye û Ermenistanê da di ser futbolê ra dîplomasîyek çêbû. Serokomarê Tirkîyê Abullah Gül çû Yêrêvanê, maça taqimên milî yên her du dewletan sêr kir. Piştî Ermenistanê serxwebûna xwe îlan kiribû, ji Tirkîyê meqamê serokomarîyê cara pêşî çûbû Yêrêvanê. Serokomarê Ermenistanê Serj Sarkisyan jî sala 2009an hat li Bursayê maç sêr kir. Tirkîyê û Ermenistanê eynî salê li Zurîhê bi protokolekê li hev kirin ku dîyalog û danûstandinê pêşve bibin, lê vê heyecanê pir neajot, mesele li şûna xwe sekinî. Hidûda girtî ancax Sibata 2023yan, piştî deprema li Tirkîyê vebû. Ermenistanê berê ji vê hidûdê yardimên xwe, dûra jî bo sersaxîyê dîplomatên xwe şandin. Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan sala 2023yan li merasîma sondxwarinê ya Recep Tayyîp Erdogan hazir bû. Eylûla 2025an heyeteka Tirkîyê ji hidûd bi meş derbazî hêla Ermenistanê bû û danûstandin hinekî din pêşve çûn. Bi van danûstandinan, bi vê rewşê, çaverê ye li ber e ku hidûdê Ermenistan û Tirkîyê tam vebe. Adem Bulutê li Tirkîyê bi karên xwe yên modern-artê tê naskirin û bi awayekî profesyonel rêberîya tûr û turîstan dike jiber ku hidûdê Tirkîye û Ermenistanê heta niha jî girtiye, mişterîyên xwe di ser Gurcistanê ra dibe Ermenistanê. Rêber Adem di paketeka Qasima 2026an da gerok û geştîyaran ji Diyarbekir bi otobusê dibe Yêrêvanê û tevî vegerê bo tûra 3 şevan û 4 rojan 450 dolar distîne. “Tûra me erzan e, eger derîyê Tirkîye û Ermenistanê vebe, em ê hîn erzantir û hîn zûtir herin werin’’ dibêje Rêber Adem. Li hêlekê Tirkîye, li hêlekê Ermenistan, jiber ku mişterîyên wî yên potansîyel Kurd in, Rêber Adem plan programa gerê li gor Kurdan çêdike û wan dibe Radyoya Yêrêvanê jî. Dengê wê radyoyê wan salên Kurdî li Tirkîyê tam yasax bû ji Ermenistanê serbest derbazî erdên Tirkîyê dibû û milet mîna tiştekî miqedes be li ber rûnişt lê guhdarî dikir. Loma, loma miletê Kurd bi kêfekê ser Radyoya Yêrêvanê digot ‘’Gazeteya bêhidûd..’’ Hidûd.. Fotografa li qapaxê: Geştîyar TurîzmEN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz!🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠
Oct 21
4 min
Load more